Du Mirin Yek Kujer – Rıfat Güven

Di navbera Şırnex û Cizîrê. Mirin digere li Çiyayê Cudî. Li ser û binê çiyayan de şer heye. Şera hebûn û tunebûnê.

Li bin quntara Çiyayê Cudî bi sedan kanên komirê hene û hemû jî bê serûber û ji ewlehiya kerkeriyê re ne guncav in.

Sekvan Üstün…

Karkerek kana komirêye Serkan, hat kuştin di kana komirê yê li Şirnexê mîna 7 karkerên din.

Di diroka 17 cotmehê de kanên komirê ya li bajarê Şirnexê ji 7 karkerên Kurd re bû cihê koça dawî. Sekvan, Yılmaz, Mesût, Yuksel, Mihemed, Sedat û Abdullah ji bo çend quruşên ku debara xwe bikin di encama hezazek de, di bin lat û zinaran de man. Li herêma kanên komirê ya bajarê Şirnexê di heyama 4 salan de 18 karker hatin kuştin mercên ne guncav ên ewlehiya karkeriyê.

Dewlet dibêje ev kana komirê qaçaxe ji bo ve yekê be destûr te xebatandin. Lewma em zanin ku dewlet her derê Çiyaye Cudî zane qasê zanabûna bikuje şervanên li ser wan çîyayan.

Tekoşîna gel çiqas kûr dibe şera azadîyê çiqas mezin dibe mirin jî evqas digere dide pey wana. Navê mirin dewlete li van axan.

Şera hebûn û tunebûn berdewam dike li ser û binê Çiyayên bindesta.

Alîyek din da şer ne tenê di nav çiyayande ye. Di sala navbera 2015 û 2016 li Cizîrê de dewlet kevir li ser kevir nehîşt. Mirovan hatin kuştin, mal û xani hatin hilweşandin, şewitandin.

Wî demê da navekî te bîranê me.

Gülistan Eylem Üstün…

Xebatkarek û hûnermendekî NÇM(Navenda Çanda Mezopotomya) ê bu. Li Cizîrê di nav jêrzemînên li wira da hat kuştin wekî mirovê din kû hatin kuştin û şewitandin.

Jêrzemînên Cizîrê bibu dojeh ku gel ketibu dengasîyê û paşvê di nav vî dengasîyê de mirin komkujî qewimî.

Du mirin yek kujer heye vî çîrokê de.

Sekvan Üstün û Gülistan Eylem Üstün bira û xwişkê hevbûn.

Her du jî şera hebûn û tunebûn dida li cih û taxên xwe.Yek ji bo nan û debara xwe yek ji bo azadîya çand û hûnerê xwe û gel.

Lewma mirin grêda wana ji buyîna biratî zêdetir. Polîtîkayên desthilatî çerxên pergalê di ser bedena wan de qewimî.

Du mirin yek kujer heye di nav vî çirokê de.


Lê bele em bila bejin ev ne çîroke ev rastê, kujer jî ê tên qetil kirin jî rastê eşkereyê qasê avêkî zelal.

Em dizanin kî tên kuştin tên şewitandin û tên mêtinkirin ser û binê erdê.

Bila her kes jî bizanibe kî kujere; Kujer dewlete !

Du mirin yek kujer…